Li Diyarbekirê gelek cebilxanê û teqemenî hat girtin
Li navçeya Sûra Diyarbekirê di serdegirtina adresekî de 7 heb teqemenîyên ku bi destan hatine amadekirin hatin bidestxistin.
Li navçeya Sûra Diyarbekirê polêsan di ser hinek adresan de girtin. Di operasyonên ku li adresan hatin kirin de 7 heb bombeyên ku bi tûpên mitbaxê hatibûn amadekirin hatin girtin.
Operasyon li Taxa Fatîh Paşa hat kirin.Di operasyonê de polêsan di ser malekî ku kesên PKKyî bikartanîn de girtin. Di serdegirtinê de 7 teqemenîyên ku bi tûpên mitbaxê hatine amadekirin hatin bidestxistin.(ÎLKHA)