Li Entabê di navbera du cîranan de pevçûn : 2 birîndar
Hat diyarkirin ku li Entabê du cîranên ku di navbera wan de hisûmet hebû pevçûn , di encama pevçûnê de 2 kes birîndar bûn û 6 kes jî hatin binçakirin.
Li Taxên Şahînbey û Çakmaka Entabê di navbera du malbatên ku li dijî hevdu hisûmetdar bûn pevçûn derket. Ji ber pevçûnê 2 kes birîndar bûn û 6 kes jî ji ber pevçûnê hatin binçavkirin.
Kesên ku di pevçûnê de birîndar bûbûn bi ambûlansan rakirin nexweşxanê. Her wiha polêsan li taxê tedbîrên ewlehîyê standin.
Di derbarê pevçûnê lêpirsîn hê jî didome.(ÎLKHA)