Li Tuzlayê şewat
Li Tuzlayê di nava Tesisên Eskerî de şewat derket ji ber şewatê rêya D-100 ji trafîkê re hat girtin.
Li Tuzlaya Stenbolê di nava herêma eskerîyê de li qada daristanî de ji ber sedemeke nediyar agir derket û di demeke kurt de ji ber bayê ku dihat li derdorê belav bû. Ji ber xetereya şewatê rêya D-100 a di îstîqameta Edîrnê de ji trafîkê re hat girtin.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin agir duh di wextên êvarî de derket û di demeke kurt de li derdorê belav bû. Ji bona agir were tefandin him ji erdê him jî ji hewayê mudaxaleyî agir hat kirin.(ÎLKHA)