Êrîşa bombeyî birin li ser Qeymakamtîya Norşînê
Di nava rojê de ji teref kesên PKKyî ve êrîşa bi bombeyî li Qeymakamtîya Norşînê hat kirin.
Hat ragihandin ku kesên PKKyî di nava rojê de li navçeya Norşîna Bidlîsê êrîşa bi bombeyî li Qeymakamtîya Norşînê û Midûrîtîya Ewlekarîyê kirin.
Di derbarê êrîşê de ji teref Walîtîya Bidlîsê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîyê de wiha hat ragihand: “Li navçeya Norşîna Bidlîsê kesên PKKyî êrîşa bombeyî li Qeymakamtî û Midûrîtîya Ewlekarîyê ya Norşînê kirine.”
Hat diyarkirin ku di êrîşa ku hatîye kirin de tu kes ne mirîye ne jî birîndar bûye. Tenê xisara madî li derdorê pêk hatîye.(ÎLKHA)