Mînîbûs û qamyon li hev qelibîn:20 birîndar
Li ser rêya Riha û Diyarbekirê mînîbûsekê rêwîyan û qamyon li hevdu qelibîn. Di encama qezayê de 20 kes birîndar bûn.
Li 17emîn kîlometreya rêya Wêranşer û Diyarbekirê qezayê trafîkê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin mînîbûsa bi plakaya 02 AJ 107 ya ku di îstîqameta Diyarbekirê de diçû di 17emîn kîlometreya rê de bi qemyonekî re li hevdu qelibîn. Di encama qezaya ku pêk hat de tevde 20 kes birîndar bûn.
Kesên ku di qezayê de birîndar bûbûn bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşerê.(ÎLKHA)