• DOLAR 32.514
  • EURO 34.967
  • ALTIN 2436.394
  • ...
"Divê dewlet  mafên kurdan yên îslamî û însanî yên ku hatine xesbkirin gavek berî gavekê  îade bike"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

HUDA PAR rewşa pêvajoya çareserîyê û di bûyerên ku herî dawî pêk hatine de tewrê PKKê, dewletê û ya HDPê rexne kir û destnîşan kir ku divê xelkê kurd li dijî wan kesên ku xelkê kurd ji bona menfeat û berjewendîya partî û rêxistinê bikartînin hişyar bin û her wiha divê xelkê kurd li her platformê ne pêvajoyê, divê çareserîyê li wan bide ferz kirin.

Partîya Doza Azad di derbarê geşedanîyên rojevê û pêvajoya çareserîyê de nirxandinan kir û daxuyanîyên girîng da.

“Di çareserkirina pirsgirêka kurd de ne niyeta PKKê ne jî niyeta dewletê tune ye”

HUDA PAR  di derbarê pêvajoya çareserîyê de û di derbarê rewşa şer de nirxandinan kir û  him tewra  PKKê him tewra HDPê him jî ya dewletê wiha rexne kir: “Hat daxuyandin ku pêvajoya çareserîyê îro ji meydanê rakirine û têxistine cemedxanê. Dema ku em li vê rewşê dinêrin em di vê mijarê têdigihêjin ku di çareserkirina pirsgirêka kurd de ne niyeta PKKê ne jî niyeta dewletê tune ye. Heta ev têgihêştin hatiye îtîrafkirin.Di vê pêvajoyê de dewlet dixwaze ku bi PKKê silehan bide terkkirin, PKKê jî dixwaze di vê pêvajoyê de quweta xwe zêde bike. Her wiha ew  daxuyanîyên xweserîyê yên afakî ji bona kurdan ve bê wate ye û zirarê pêve ne tu tişt e.”

Partîya Doza Azad di daxuyanîya ku da de tewra HDPê jî bi vî awayî rexne kir: “Hêvî û ûmîda wan kesên ku ji bona aşîtî bila were van herêman raya xwe dane HDPê êdî şikestîye ango ne hêvî maye ne ûmîd.Lewra HDP di bin sî û weseyeta  çekên Qandîlê de siyasetê dike. Ew desteka ku ji teref xelkê ji wan re hatibû dayîn bi şiklekî şaş hat şîrovekirin. Ango ev destek  bi tesdîqkirina fikr û çekên rêxistinê hat fêmkirin.Ev tişt jî qewl û sozên  aşîtîyê ji holê rakir.”

Partîya Doza Azad di daxuyanîya ku da de ji xelkê kurd xwest ku divê xelkê kurd li dijî wan kesên ku xelkê kurd ji bona mefeat û berjewendîya partî û rêxistinê bikartînin hişyar bin û her wiha divê xelkê kurd li her platformê ne pêvajoyê, divê çareserîyê li wan bide ferz kirin.

“Divê dewlet  mafên kurdan yên îslamî û însanî yên ku hatine xesbkirin gavek berî gavekê   îade bike”

Di berdewama daxuyanîya ku hat dayîn de di derbarê rojevê de wiha hat ragihandin: “Divê dewlet  mafên kurdan yên îslamî û însanî yên ku hatine xesbkirin gavek berî gavekê divê îade bike. Her wiha divê rêxistina çekdarî jî êdî ewlekarîya can û malê  xelkê tehdît nekê û divê ew rêxistina çekdarî bê şert û merc wan çekên destên xwe de biterikîne an jî divê wan elemanên xwe yên çekdarî derxîne derveyî sînor.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir