• DOLAR 32.538
  • EURO 35.025
  • ALTIN 2433.102
  • ...
Rewşa malbata Sûrî dilan dişewitîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Saddam Cumayê ku ji şerê navxwe yê ku li Sûrî hê jî didomê bazdaye û hatiye Mêrdînê di malakî xopan de  mucadeleya jiyanê dide. Saddam Cuma piştî ku jina wî dev jê berdaye û çûye mecbûr maye ku ji 4 zarokên xwe yên emrên wan di navbera 3 û 10 salan da ye re him bavîtî û him jî dêtîyê bike. Malbat di malekî xopan û xirap de hewl dide da ku bi nanê zûwa zikên xwe têr bikin. Malbat niha li benda alîkarîyê ne.

“Me qet qebûlî Konbajaran  nekirin”

Cuma destnîşan kir ku ew ji Der-ez Zora Sûrî ji ber şerî hatine Mêrdînê û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em jî wek wan pênaberên din di çadiran de bûn. Pirsgirekek derket û me ji çadiran derxistin. Di wê pirsigirêkê de jî tu sûcê min tunebû.Piştî ku me ji wan çadiran derxistin em çûnê gelek cihên pênaberan lê belê me qebûl nekirin.”

“Zarokên min perîşan bûn , me jî têxin kombajaran…”

Cuma ji rayedaran xwest ku bila wan jî li çadirên pênaberan bi cî bikin û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Piştî şerê ku li welatê me derket re jina min min terk kir. Ez jî rabûn û hatim vê derê , mni xwe sparte Tirkîyê. Ez mecbûr im ku ji 4 zarokên xwe re him bavîtî û him dêtîyê bikim. Va ye ev bû şeş roj ku em li sikakan radikevin. Zarokên min nexweş ketin.Ez ji rayedaran rîca dikim bila me jî li kombajaran bi cî bikin. Zarokên min perîşan bûn. Ji bo riza Xwedê alîkarîya me bikin. Em di rewşeke xerab de ne. Zarokên min hewldidin da ku bi nanê zûwa zikên xwe têr bikin.”(İLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir