• DOLAR 32.553
  • EURO 34.884
  • ALTIN 2436.837
  • ...
Li Tatwanê bihezaran xwendevan beşdarî Qursên Qur'anê yên havînê bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li 170 Qursên Qur’anê yên ku li navenda Tatwanê û li gundên Tatwanê ji teref Miftîtîya navçê ve hatibûn vekirin de tevda 3 hezar û 770 xwendevan perwerdehî dîtin.

Qeymekama Tatwanê Murat Erkan di derbarê Qursên Qur’anê yên ku ji teref miftîtîyê ve hatibûn vekirin de destnîşan kir ku Qursên Qur’anê yên Havînê 22ê hezîranê dest bi dersan kirine û vê heftîyê bi dawî bûne.

Qeymekam Erkan, axavtina xwe ya di derbara qursan de wiha da domandin: “Li van qursan ji zarokan re exlaqa baş û Qur’ana Kerîm hat hînkirin.Her wiha ji xeynî van di warê mijarên dînî de jî  ders ji zarokan re hat dayîn. Ev armanç û hedefên me  bûn. ji ber vê yekê di van qursan de him dersa Qur’ana Kerîm  hat dayîn û him jî îbadet, exlaqa baş, sîyer û dersên îtîkadên jî hat dayîn.”(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir