• DOLAR 32.603
  • EURO 34.807
  • ALTIN 2492.019
  • ...
Di qezaya trafîkê de erebeyek kete hewşa xanî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza li Taxa Fatîhê li nêzî Lîseya Anadoluya Fatîhê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin  duh di derdora 15.an de erebeya bi plakaya 21 TJ 059 û erebeya bi plakaya 34 EK 4473  li Taxa Fatîhê li hev qelibîn. Ji ber qelibînê erebeyek kete hewşa xanîyekî.

Di qezayê de 2 kes birîndar bûn. Ji kesên ku di qezayê de birîndar bûbûn Melîk Mujdecî bi ambulansa ku hate cihê qezayê birin nexweşxanê. Kesê birîndar ê ku navê wî nayê zanîn li ser piyan di nava ambulansê de hat tedawîkirin.

Di derbara qezaya ku pêk hatîye de tehqîqet hat destpêkirin.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir