• DOLAR 32.386
  • EURO 35.122
  • ALTIN 2326.454
  • ...
Temsîlkarîya Umût Kapisi hat vekirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Komeleya Umût Kapisiya Îzmîr temsîlkarîya xwe ya sêyemîn li Manîsayê vekir. Nivîskar û Îlahîyatnas Mehmet Goktaş û rayedarên komeleyên ku li Manîsayê fealîyetan dikin beşdarî bernameya vekirinê bûn.

Bername bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir. Piştî tîlaweta Qur’anê Serokê Giştî ya Komeleya Umût Kapisiyê Haci Sanî axavtinek kir.

“ Me gotina Pêxemberê me ya ‘Kesê ku dema cînarê wî berçî be têr raze ne ji me ye’ ji xwe re kiriye dustûr”

 Sanî di axavtina xwe de wiha ragihand: “Armanc û hedefê me temînkirina hewcîtîyên madî û manewî ya vê civakê ye. Me digel birayên xwe kete vê rêyê û temsîlkarîya xwe li Manîsayê jî vekir.  Me  gotina Pêxemberê me  ya ‘Kesê ku dema cînarê wî berçî be têr raze ne ji me ye ‘ ji xwe re kiriye dustûr” ji ber vê yekê heta ku ji destê me hat, me alîkarîya kesên feqîr û jar kir. Bi vî awayî ev kerwana xêrê bi rêket û ew ê bi rê bikevî jî.”

Piştî axavtina Sanî, Nivîskar û Îlahîyatnas Mehmet Goktaş jî di derbarê bernameya vekirinê de wiha axivî: “ Xwedê Telala xeyretê bidî me, eşqa tevgerîn û hereketê bidî me. Wê îro li vê derê derîyekê nû ya xêrê  vekir.Xwedê Teala wê bereketa vî karî bidî we.”

Bernameya vekirinê bi gotina îlahîyên Koma Şuhedayê bi dawî bû.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir