• DOLAR 32.572
  • EURO 34.98
  • ALTIN 2426.62
  • ...
Yapicioglu taziya malbata Varola ziyaret kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî ya HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu digel bi heyeteke qelabalik re  çû taziya dêya Mela Beşîrê ku ji ber jiyana xwe îslamî bi salan di girtîgehê de bû.

Serokê Giştî ya HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu digel arîkarên Partîya Doza Azad Vedat Turgut, Abdussamed Yalçin,Aydin Gok, Eyup Yanaç, Saît Ortaç û Serokê Bajêra Diyarbekir Şeyhmuz Tanrikulu  û her wiha gelek endamên ÎTTÎHADUL ULEMA jî beşdarî taziya dêya Mela Beşîr Varolî bûn.

Yapicioglu û lijneya pê re ji teref malbata Varolan û hezkirîyên wan ve hat pêşwazîkirin.Kesên ku hatibûn taziye sersaxîyên xwe anîn ziman, pişt re jî ji alimên herêmê yên navdar Mela Abdulqudus Yalçin li cihê taziye axavtineke kurt kir. Yalçin wiha ragihand: “ Xwedê Teala me misilmana ji xêr û bereketa dêya me Ayşe Varola ku rehmet kiriye mehrûm neke.Bê şiphe malbata Varolan di rêya îslamê de gelekî zêde fedakarî kirine. Di rêya îslamê de gelekî xebitîne û ji ber vê xebata ku kirine gelekî zêde jî ezîyet li wan hatiye kirin.Çawa ku li Kurdistanê gelek malbat ezîyet kişandibin û cefa dîtibin bi heman awayî malbata Varolan jî ji biçûkên wan heta mezinên wan di rêya îslamê de ezîyet kişandine.Bê şiphê Xwedê Teala him li vê dinyayê him jî li axretê wê mikafata wan bide. Xwedê Teala wan di vê dawaya mibarek de him muwafeq û him jî muzeffer bike.”

Yalçin di dawîya axavtina xwe de wiha ragihand: “Ji me re di vê rêyê de teqwa lazim e, lewra ev dawa me ne dawayeke beşerî ye. Dawa me ne dawa mal û meqamê ye.Dawa me dawa Xwedê ye. Ji ber vê yekê divê em samîmî û muttaqî bin. Lewra di vê dawê de samîmîyet, biratî, teqwa, fedakarî, îxlas û rastî ji me re hewce dike.Divê em tu carî dev ji van tiştan bernedin. Xwedê Teala wan kesên ku dixwazin xelkê Kurdistanê ji rêya îslamê vegerînin muwaffeq nekî. Xwedê Teala fitne û lîstikên wan ber bi wan ve vegerîne. Xwedê Teala temamê misilmanan ji fitneyan muhafeze bike.”

Piştî ziyaretkirinê Yapicioglu û lijneya pê re ji cihê taziye veqetîyan.(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir