Li Sirûcê 3 kesên ku PKKyî dihatin diyarkirin hatin binçavkirin
Li gor îddîayan li navçeya Sirûca Rihayê di serdegirtinên ku li adresan hatine kirin de 3 kesên PKKyî digel silehan hatin binçavkirin.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin li navçeya Sirûcê di heman demê de serdegirtin li malan hatin kirin.Di serdegirtinan de 3 kesên ku tên îddîakirin PKKyî ne hatin binçavkirin.Digel 3 kesan her wiha çekên lûle dirêj jî hatin bi destxistin.
Di derbarê mijarê de ji teref Ewlekarîya Rihayê ve daxuyanîyek hat dayîn, di daxuyanîya ku hatiye dayîn de wiha hat diyarkirin: “Di derdora seat 05.00an de di heman demê de li 5 adresên cuda operasyon hat kirin. Di operasyonên ku hatine kirin de 3 kesên bi navê H.S., Î.H.Ç. ve M.B. yên ku hazîrîya êrîşan dikirin hatin binçavkirin.Her wiha di operasyonên ku li adresan hatine kirin de Keleşkofekê AK 47 û carcûreke keleşê ,277 guleyê keleşê, damençeyek û carcûreke demançê, 31 gule, damençeyeke hişkeber û her wiha gelek zêde dokumanên rêxistinî hatin bidestxistin.”
Hat diyarkirin ku di çarçoveya lêpirsînê de tehqîqeta edlî didome.(ÎLKHA)