• DOLAR 32.604
  • EURO 35.019
  • ALTIN 2425.274
  • ...
Li ser rêya Batmanê û Diyarbekirê erebeya bombebarkirî hat îmhakirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li rêya derketina Batmanê li kevîya rê erebeyeke parkkirî bi gumana bombebarkirinê ji teref polêsan ve hat îmhakirin. Hat hînbûn hê jî rê ji erebeyan re nehatîye vekirin.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin li ser rêya Êlih û Diyarbekirê li derketina bajêr erebeyeke spî ya parkkirî hat dîtin. Ji ber vê yekê bi îxtîmala bombeyê, rê ji trafîkê re hat girtin. Piştî ku rê ji trafîkê re hat girtin re pîspok hatin û bombe îmha kirin.

Li gor îddîayan erebeya bombebarkirî dema ku hat îmhakirin bi dengeke mezin teqîyaye.Hat ragihandin ku dengê teqînê ji bajêr jî hatiye bihîstin.

Hat hînbûn di dema teqînê de kesek birîndar bûye û her wiha hê jî rê ji trafîkê re girtîye.

Hê jî di derbarê bûyerê de ji teref rayedaran ve daxuyanîyek nehatîye dayîn.(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir