Li Bîngolê eskerek birîndar bû
Li gundekî navçeya Dara Hênîya Çewlîgê êrîşa çekdarî li qeraqolê hat kirin, di êrîşa ku hat kirin de çawîşeke pîspor birîndar bû.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin duh êvarî komek PKKyî bi çekên lûle dirêj li gundê Yenîyaziya Dara Hênî êrîşî qeraqolê kirin. Ji ber êrîşê di navbera esker û PKKyîyan de şer derket. Di şerê ku derket de Çawîşê Pîspor ê binavê Ridvan Çakir birîndar bû.
Çawîşê Pîspor ê ku di êrîşê de birîndar bûbû bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîgê.
Her wiha hat ragihandin piştî êrîşa ku li qeraqolê hatiye kirin li heremê operasyon dest pê kirine.(ÎLKHA)