• DOLAR 32.541
  • EURO 34.929
  • ALTIN 2424.479
  • ...
Di êrîşa ku PKKê kir de 2 pîrek birîndar bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îro di derdora seat 08.00an de li Farqîna Diyarbekirê ji teref PKKyîyan ve êrîşa çekdarî li Midûrîtîya Ewlekarîyê hat kirin. Di êrîşa ku hat kirin de 2 pîrêkên ku ji cihê bûyerê derbas dibûn birîndar bûn.

Hemwelatîyên derdorê  her 2  pîrekên ku di dema êrîşê de birîndar bûbûn  rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê.

Her wiha hat ragihand duh êvarî jî li Taxa Tekelê  PKKyîyên ku xendekan dikolan bi çekên lûle dirêj  bi polêsan re şer kirine.(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir