• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Li Agirî û Şirnexê tevde 7 PKKyî hatin kuştin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat diyarkirin piştî êrîşa ku li navçeya Diyadîna Agirî û li navçeya Sîlopîya Şirnexê hatine kirin de şer derketîye û di encama şerên ku derketinê de tevde 7 PKKyî hatine kuştin.

Li navçeya Diyadîna Agirî duh êvarî di seat 21.00an de  komek PKKyî êrîşî Fermandarîya Cendirmê kirin. Di êrîşa ku derket de 3 PKKyî hatin kuştin.

Di derbarê bûyerê de ji teref Walîtîya Agirî ve hat ragihandin piştî êrîşa ku hatiye kirin di operasyona ku hatiye kirin de 3 PKKyî hatine kuştin.

Digel şerê dawî ya li Agirî di nava vê heftîya dawî de hejmera PKKyîyên ku li Agirî hatine kuştin bû 15.

Li Silopî 4 PKKyî hatin kuştin

Li navçeya Silopîya Şirnexê komek PKKyî bi çekên lûle dirêj êrîşî eskeran kirin.Piştî êrîşê di navbera esker û PKKyîyan de şer derket. Di şerê ku derket de 4 PKKyî hatin kuştin.

Di derbarê şerên ku derketinê de ji teref Serfermandarîyê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hatiye dayîn de hat eşkere kirin ku di şerên ku li Agirî û Şirnexê derketine de tevde 7 PKKyî hatine kuştin.(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir