Li Iraqê êrîş li cihê bazarê hat kirin:60 mirî
Li Bexdaya paytexta Iraqê di êrîşa ku bi qamyona bombebarkirî li cihê bazarê hat kirin de 60 kes jiyana xwe ji dest dan.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin li semta Sadra Bexdayê bi qamyona bombebarkirî êrîş li cihê bazarê hat kirin, di êrîşê de 60 kes jiyana xwe ji dest dan û 200 kes jî birîndar bûn.
Kesên ku di êrîşê de birîndar bûbûn bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên derdorê. Hat diyarkirin îxtîmal e ku hejmara mirîyan zêde bibe.
Hê jî tu kes vê êrîşê negirtîye li ser xwe.(ÎLKHA)