Li Bazîdê 5 PKKyî hatin kuştin
Hat ragihandin di operasyona ku li ser rêya Bazîd û Îdirê hatiye kirin de 5 PKKyî hatin kuştin.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin îro serê şeveqê li ser rêya Bazîdê û Îdirê operasyon hat kirin. Di operasyona ku hatin kirin de di navbera esker û PKKyîyan de şer derket.Li gor agahîyan di şer de 5 PKKyî hatin kuştin.
Piştî şerê ku derket re komek PKKyî rêya Agirî birî û TIRek sekinand. Kesên PKKyî piştî ku ajokarê TIRê peya kirin re TIRê şewitandin.
Cendirmeyên ku çûne cihê bûyerê lêgerînê dan dest pêkirin.(ÎLKHA)