• DOLAR 32.601
  • EURO 34.855
  • ALTIN 2496.07
  • ...
Li gundê Şiferê çîçekên Qur'anê digêhîjin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gundê Şiferêya girêdaye navçeya Kercewsêya Batmanê di qursa Qur’anê ya heyama havînê de camî bi zarokan tijî bû. Zarokên qurik û qizîk ên ku dersa Qur’anê distînin û dersên dînî dibînin di bin nûra Qur’anê de mîna çîçekan digêhîjin.

Melayê gund Selamî Altun ê ku li camîya gund dersên îslamî û dersa Qur’anê dide di derbarê qursa Qur’anê û perwerdehîya zarokan de wiha axivî: “Li gundê me bisalan seyda û muderîs digêhîjin. Îsal jî qursa Qur’anê ya camîya me tiptije ye. Dersên me di seat 10ên şeveqê dest pê dike û heta 12an berdewam dike.  Piştî nimêja esrê cardin dersa me dest pê dike heta 18an berdewam dike. Niha li gund 40 heb xwendevanên me hene. Em di nava heftîyê de bernameyên cûrbecûr bi xwendavanan re li dar dixin. Bernameyên me li ser sohbet, şiîr, îlahî ne. Her wiha ji bona qîzan re jî bernemayên hîcabê li dar dixin. Lewra wek ku tê zanîn îslam ehemîyeteke mezin dide hîcab û tesetturê.”

Altun wiha dawî li axavtina xwe anî: “Em ji tu kesî tiştekî teleb nakin, tenê em dixwazin bila malbat zarokên xwe bişînin camîyan.Hê ku wext heye divê em li zarokên xwe xwedî derkevin. Lewra ewna ji Xwedê Teala ji me re emanet in.”(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir