Di şerê ku li Stenbolê derket de polêsek jiyana xwe ji dest da
Li Sultanbeylîya Stenbolê piştî êrîşa xwekujî ya ku hatibû kirin re şer di navbera polîs û êrîşkaran de derket, di şer de polîsek jiyana xwe ji dest da.
Piştî êrîşa xwekujî ya ku li navenda polêsan hatibû kirin re li polêsên ku li cihê bûyerê vekolîn dikirin re jî êrîşa çekdarî hat kirin. Piştî êrîşa çekdarî di navbera polês û êrîşkaran de şer derket. Di encama şer de polêsek jiyana xwe ji dest da û 2 êrîşkar jî hatin kuştin.
Hat hînbûn polêsê ku jiyana xwe ji dest daye Midûrê Şaxa Îmhaya Bombeyê ye.