• DOLAR 32.509
  • EURO 34.97
  • ALTIN 2431.494
  • ...
Fermandarê Pêşmergeyan jî ji PKKê re bertek nîşan da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Fermandarê Herema Dîcleya Rojava ya Hêzên Pêşmergeyan Zaîm Alî  li ser malpera înternetê ya fermî ya KDPê daxuyanîyek da. Alî di daxuyanîya ku da da destnîşan kir ku divê PKK ji heremê xwe vebikişîne.

Zaîm di daxuyanîyê de her wiha diyar kir ji ber ku PKK li herema Kurdistanê li sînora Tirkîyê ye bêhuzurî rû didin û her wiha hebûna PKKê ya li heremên Kurdistanê nemeşrû ye.

Fermandar Alî her wiha ragihand: “Ji ber ku kesên PKKyî xwe li gundan diveşerin, Tirkîye jî li wan deran dide. Ka bila kesên PKKyî xwe ji wan gundan vebikişînin gelo ew ê Tirkîye dîsa êrîşî li wan deran bike?Divê PKK wan gundan biterikîne û divê ew kesên ku ji ber wan, gundên xwe vala kiribûn vegerin gundên xwe.”

Ji ber PKKê hezar gund hat valakirin

Zaîm Alî di daxuyanîya ku dabû da di dawîyê de wiha diyar kir: “Li Kelaşîn,Qandîl, Nereve û Rekanê çîyayê bilind û çavkanîyên avên xweş hene, xelkê heremê li van deran diçûn geştê. Lê belê PKKê li van deran cihên qontrolê ava kir û hatine xelkê asteng dikir. Her wiha rêya xelkê dibirî. Ji ber vê yekê PKK dibe sedem ku mirin çêbibin û xelk zirarê bibînin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir