Ji hemwelatîyê ku xaz li mala wî hatibû avêtin bertek
Li navçeya Kayapinara Diyarbekirê hemwelatîyek ji ber ku polîsan xaz avêtîye mala wî bertek nîşanî polîsan da û destnîşan kir ku lawê wî ji ber xazê ji mirine filitî
Enbîya Aktoprak ê ku li taxa Huzurevlerîya Kayapinarê dijî ji ÎLKHAyê re axivî û diyarkir ku polîs di bûyeran de xaz avêtine mala wî.
Aktoprak di derbarê bûyerê de wiha ragihand: “Li ber mala me di seat 21.00an de komek, lastîk şewitandin û rê birîn. Polîsên ku hatibûn cihê bûyerê mudaxaleyî wan dikir. Ji erebeya polîsan xaz avêtin mala min. Min di heman demê de rahiştîye û avête derve.Lawê min ê yek salî ji ber xazê wek mirîya li erdê radiza û şipşîn bûbû. Me zen kir ku miriye.Di heman demê de min rahişte lawê xwe û bire mala birayê xwe . Piştî ku me ava cemîdî lê kir hate li ser hişê xwe.”
Aktoprak axavtina xwe wiha da domandin: “Pişt re min li polîsan gerîya û ji wan re got ku xaz avêtine mala min. Polîsê ku ez pê re diaxivîm ji min re got ku tiştek nabe derîyan vebikin ew ê derbas bibe. Çawa ku polîs vî tiştî gote min ez ji qehra pê re ketim nîqaşê. Pişt re min ji wan re got ku ez ê ji we re dawa vekim, çawa ku min vî tiştî ji wan re got ewanan jî gotin ku em ê jî li te dawa vekin. Bi vî awayî min tehdît kirin.”
Aktoprak di dawîya axavtina xwe de wiha destnîşan kir: “Berî niha jî polîsan av li mala min kiribûn. Ez wê demê gilîdar bûm, lêbelê polêsan ji min re gotin ku bêhemdî ev tişt çêbûye. Ji ber vê yekê ez ji wan gilîdar nebûn.”(ÎLKHA)