• DOLAR 32.439
  • EURO 35.46
  • ALTIN 2324.52
  • ...
Li Stenbolê êrîşa xwekujî li navenda polîsan hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Cadeya Petrol Yoluya Sultanbeylîyê êrîşa xwekujî li qeroqola polîsan hat kirin, di êrîşa ku hatiye kirin de 3 ji wan polîs tevde 10 kes birîndar bûn.Her wiha serê şeveqê êrîşa çekdarî jî li polîsên ku li cihê bûyerê tehqîqet dikirin hat kirin.

Hat diyarkirin kesê ku êrîşa xwekujî kiriye miriye.

Ji ber sedema teqînê li navenda polîsan agir derket û kismekê avahîyê hilweşîya. Piştî teqînê gelek zêde îtfaye û  ambulans hatin cihê bûyerê. Kesên birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyan.

Di derbarê teqînê de ji teref Midûrîtîya Ewlekarîyê ya Stenbolê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîyê de wiha hat diyarkirin: “ Di roja 10.08.2015an de di derdora seat 01.00an de li navçeya Sultanbeylîyê bi erebeyekê bombebarkirî êrîşa xwekujî li navenda polîsan hat kirin. Di encama êrîşê de yek jê komîser, 2 polîs tevde 10 kes bi şiklekî sivik birîndar bûn.Di derbarê  bûyerê de lêkolîn û tehqîqet hê jî didome.”

Her wiha serê şeveqê êrîşa çekdarî li polîsên ku li cihê bûyerê tehqîqet dikirin hat kirin.Hat diyarkirin ku di vê êrîşê de kesek sivik birîndar bû.(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir