• DOLAR 32.541
  • EURO 34.927
  • ALTIN 2433.98
  • ...
Li Bidlîsê 3 kes hatin tewqîfkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di bûyerên dumahîyê li Bidlîsê pêk hatibûn de serdegirtin pêk hatibûn û di van serdegirtinan de 9 kesên ku di nav wan de îdarevanekî HDPyî jî hebû hatibûn binçavkirin. Ji van 9 kesên ku hatibûn binçavkirin 3 kes hatin tewqîfkirin.

Hat diyarkirin ji 9 kesên ku hatibûn binçavkirin 7 kes sewqî mehkemê hatine kirin. Ji 7 kesên ku di nav wan de Hevserokê navçeya Exlatê  ya HDPê jî hebû tevde 3 kes hatin tewqîfkirin.

Di derbarê bûyerê de ji  teref Walîtîya Bidlîsê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîyê de wiha hat ragihandin: “ Di operasyonên ku di tarîxa 03.08.2015an de di heman demê de hatine kirin de di nav wan de Hevserokê navçeya Xêlatê ya HDPê jî tê de tevde 9 kes hatine binçavkirin. Ji 9 kesên ku hatibûn binçavkirin 7 kes sewqî dadgehê hatine kirin. Ji van 7 kesan 3 kes hatine tewqîfkirin.”

Hat îddîakirin ku  di nava wan kesên ku hatine girtin de îdarevanekî HDPê û birêvebirên rêxistina YDG-Hyê jî hene.(ÎLKHA)


 

Bu haberler de ilginizi çekebilir