• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Benzînxaneya Serokê Şaredarîyê hat şewitandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Avkevira Agirî 3 kesên rûyên wan nuxumandî benzînxaneya Serokê Şaredarîyê Îsmaîl Taşdemîr şewitandin.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin bûyer duh êvarî di derdora seat 22.05an de pêk hat.Hat ragihandin  3 kesên rûyên wan nuxumandî û di destên wan çekên lûle dirêj, benzînxanê  şewitandin û karkerê ku li benzînxanê dixebîtî re wiha gotin: “Ev der ji AK Partîyê re dixebite, em ê vê derê bişewitînin û tu jî êdî li vê derê nexebite.”

Ji ber  ku di heman demê de mudaxele li agir hat kirin agir gelekî geş nebû.

Hat diyarkirin kesên êrîşkar piştî şewitandinê di tarîtîya şevê de ji ber çavan winda bûn.

Polîs di derdorê cihê bûyerê de tedbir stand û di derbarê şewitandinê de tehqîqet da destpêkirin.(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir