Li Diyarbekirê bûyereke dilşewat pêk hat: 3 mirî
Li Diyarbekirê xortê ku çûbû mala hevala xwe ya kevin û pê re muneqeşe kiribû, di encama muneqeşê de xort pêşî hevala xwe û birayê wê bi demançê kuşt û pişt re jî di serê xwe de berda.
Hat ragihandin li navçeya Kayapinara Diyarbekirê xortê ku çû mala hevala xwe kevin pê re muneqeşe kir, di encama muneqeşê de xort pêşî hevala xwe û birayê wê bi demançe kuşt û pişt re jî xwe kuşt. Hat diyarkirin xort her wiha wezîfedareke ewlakarîyê jî birîndar kiriye.
Bûyer di derdora seat 14.00an de pêk hat.Kesên ku di bûyerê de mirine navên wan wiha diyarkirin: Dursuz Cansiz , Z.H û birayê wê Cengîzhan G.
Hat ragihandin Dursuz Cansiz piştî ku hevala xwe û birayê wê kuştîye re di serê xwe de berdaye û xwe kuştîye.
Di derbarê bûyerê de lêkolîn hê jî didome.(ÎLKHA)