Xortê ku di qezayê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
Xortê ku berî vê heftîyekê li navçeya Çinara Diyarbekirê di qezayekê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da.
Hat ragihandin ku xortê ku berî vê heftîyekê di qezayekê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da. Di qezaya ku qewimîbû de kesên bi navê Haşîm Talay, Şeyhmus Altunç û Ramazan Gundogdu birîndar bûbûn.
Haşîm Talay(16) ê ku di qezayê de birîndar bûbû nêzî heftîyekê di nexweşxaneyê de di beşa lênêrîna awarteyê de radize. Hat hîn bûn Talay îro jiyana xwe ji dest daye.
Cenazeya Haşîm Talay ji teref naskirî û hezkirîyên wî ve ji nexweşxanê hat rahiştin û li Çinarê spartin axê.(ÎLKHA)