Di derheqê şaredarîya BDPyî de lêpirsîna bêrêtîyê
Hat îddîakirin ku di projeya ku li Kirlardagiyê tê çêkirin de ji ber ku xerac hatiye standin di derheqê 38 kesan qerara girtinê hat dayîn.
Hat îddîakirin ku di projeya ku li Kirlardagiyê tê çêkirin de xerac hatiye standin. Ji ber vê yekê di çarçoveya lêpirsîna ku hatiye destpêkirin de di derheqê 38 kesan qerara girtinê hat dayîn. Hat ragihandin ku di nav van kesên ku di derheqê wan de qerara girtinê hatiye derxistin de rayedarên şaredarîya BDPê jî hene.
Ji ber sedema wezîfa xwe ne di rê de bikaranînê tehqîqat hat vekirin
Di derbarê mijarê de ji teref dozgerîyê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku ji teref dozgerîyê ve hatiye dayîn de hat destnîşan kirin ku Ji ber sedema wezîfa xwe ne di rê de bikaranînê di derbarê rayedarên şarederîyê de û her wiha di derbarê xwedîyê erseyan de tehqîqeta ‘Endambûna rêxistina terorê û ji bona sûckirina damizrandina rêxistinê re alîkarî kirin’ hat vekirin.
Ji 38 kesên ku di derheqê wan de qerara girtinê hatibû dayîn, 26 kes hatin binçavkirin. Di mal û kargehên kesên ku hatine girtin de 3 demançeyê bêruhset, tifingekê nêçîrê ya bêruhset û her wiha gelek belge û dokuman hatin bidestxistin.
Her wiha hat ragihandin ku di nav kesên ku hatine binçavkirin de Serokê kevin a Şaredarîya Sûra Diyarbekirê Abdullah Demîrbaş jî hatiye binçavkirin.
Şaredarîya BDPyî ji mitahît xerac stand
Her wiha di çapemenîyê de hatibû îddîakirin ku ji teref şaredarîya BDPyî ya wê demê ji mitahît xerac hatibû standin.
Di derbarê mijarê de mitahît Ufuk Eser Subaşi îddîa kiribû ku Serokê kevin a Şaredarîya Sûrê Abdullah Demîrbaş, ji wî 43 daîre xwestiye. Subaşi di derbarê mijarê de her wiha destnîşan kiribû ku Demîrbaş gazî wî şaredarîyê kiriye û jê re gotiye ‘ An ew ê tu biçî an jî ew ê tu bimirî.'(ÎLKHA)