Li navçeya Xêlata Bidlîsê 8 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Xêlata Bidlîsê piştî êrîşa roketavêjî ya ku li Midûrîtîya Ewlekarîyê hatibû kirin re operasyon hatin kirin. Di operasyonên ku hatine kirin de 8 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin roja înê li navçeya Xêlata Bidlîsê ji terer PKKyîyan ve êrîşa çekdarî li Midûrîtîya Ewlekarîyê hatibû kirin. Piştî êrîşa çekdarî ya ku hatibû kirin re li navçeyê operasyon hatin dêstpêkirin. Di operasyonên ku hatine kirin de E.O, M.Ç, S.A,Y.B.,C.G, F.G, A.T Û N.K hatin binçavkirin.
Hat ragihandin kesên ku di operasyonan de hatibûn binçavkirin ji bo lêpirsînê birine Midûrîtîya Ewlekarîyê.(ÎLKHA)