• DOLAR 32.51
  • EURO 35.006
  • ALTIN 2434.749
  • ...
Li Wanê 9 kes hatin binçavkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Şaxa Wanê ji ber êrîşên ku li fermjandarîya cendirmê  û li midûrîtîya ewlekarîyê hatibûn kirin re li ser malan de girtin. Di sergitinan de di nav wan de Hevserokê DBPê jî tevde 9 kes hatin binçavkirin.

Berî niha jî ji ber ku êrîş li  fermandarîya cendirmê hatibû kirin di operasyona ku hatibû kirin de 4 kes hatibûn binçavkirin. Îro jî ji ber êrîşa ku li midûrîtîya ewlekarîyê hatibû kirin bi ser çend malan de girtin.

Li gor agahîyan îro di wextê sibê de di heman demê de li ser çend malan de hat girtin. Di sergirtinan de Hevserokê navenda Şaxê ya DBPê Vehbî Batur û Nîhat Babur , Semîh Semo û Mehmet Buge hatin binçavkirin.

Lêpirsîna 9 kesên ku di operasyonan de hatibûn girtin hê jî didome.(ÎLKHA)


 

Bu haberler de ilginizi çekebilir