• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
ÎHO Ebrar û Yetîm Der HUDA PARÊ ziyaret kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rayedarên ÎHO Ebrar û Yetîm Dera ku navendên van li Ewrûpayê ne Serokatîya Bajêra Amedê ya Partîya Doza Azad ziyaret kirin.Lijneya ku hatibû ziyaretê ji teref Alîkarê Serokatîya Bajêra Amedê ya HUDA PARê Metîn Turan û ji teref lijneya ku li wê derê amade bû ve hatin pêşwazîkirin.

Di ziyareta ku hat kirin de Metîn Turan di derbarê bûyerên 6 û 8ê cotmehê, di derbarê suîqeata Aytaç Baran û bûyera Sirûcê de nirxandinên balkêş kir.Turan her wiha êrîşên ku ji teref PKKyîyan ve li kesên îslamî û dîndar  hatibûn kirin jî nirxand.

Turan di derbarê hilbijartinan û di derbarê HDPê de wiha ragihand: “ Me wek HUDA PARê di derbarê hilbijartinan de gotibû ku pirsgirêka mezin derbasbûyîna bendavê ya HDPê ye. Me vî tiştî jî berî niha li her derî anî ziman. Me digot heke HDP bendavê derbas bike ew ê li heremê şer derxe.Niha di encamê de em dibinînin ku HDP xelkê heremê yên ku ra dabûnê wan têdixe nava şerekî. Bi gotineke din ew rayên ku xelkê heremê dabûn HDPê, bi şiklê berikan li xelkê divegere.Di wê şera ku derkevî de yê ku ew ê winda bike dîsa kurd bin. Yê ku di vê şerî de qezenç bikin jî ew ê hêzên tarî bin.Em şahid dibin ku yên ku ji vî şerî herî zêde zirarê dibîne kesên ku rayên xwe dane HDPê ne. Niha xelkê heremê wiha dibêje ‘Me ji xwe re got ku heger em raya xwe bidin wan ew ê wê demê şer temam bibe, lê belê em niha dibînin ku ew kesên ku me raya xwe dabû wan ango HDP/PKK xwe bihêz û bi quwet hîs dike û me dixe nava şerî.”

Piştî axavtina Metîn Turan, rayederên ÎHO Ebrar û Yetîm Derê di derbarê heremê de fikr û ramanên xwe wiha anîn ziman: “ Dibe ku em li Tirkîyê nejîn,encax van bûyerên ku li heremê diqewimin ji nêz ve dişopînin. Em ji ber tiştên ku li heremê diqewimin dikevin endîşeyê. Ew kesên ku ji xwe pê ve heqê jiyanê nadin tu kesê din li Ewrûpayê jî hene.Ev kes bêprensîp û  hevnegirtî ne. Xêzekê wan a teqez tune ye.Ev kesên wiha tiştên ku duh digotin dikarin îro tekzîb jî bikin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir