Bankaya ku di bûyerên 6 û 8ê cotmehê de hatibû şewitandin derxistin firotine
Bankaya Akbankê ya şaxa Qoserê ya ku di bûyerên 6 û 8ê cotmehê de hatibû şewitandin derxistin firotine.
Wek ku tê zanîn şaxa Akbankê ya Qoserê ya ku li taxa Cadeya Rihaya navenda Qoserê bû di bûyerên 6 û 8ê cotmehê de hatibû şewitandin. Ji ber vê yekê banka şaxa xwe ya Qoserê girt û li ser cadeya nexweşxaneya kevin şaxake nû vekir. Banka, şaxa xwe kevin a ku hatibû şewitandin jî derxiste firotine.
Weke ku tê zanîn di 6 û 8ê cotmehê de gelek navendên danûstandinê, şaxên bankayan, şaxên PTTyê û malên gelek kesên dîndar hatibûn şewitandin û hatibûn talan kirin.(ÎLKHA)