• DOLAR 32.377
  • EURO 35.041
  • ALTIN 2325.779
  • ...
Li Çinarê êrîşa çekdarî  li polîs hat kirin: Yek jê polîs 2 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor agahîyên ji şahidan hatiye bidestxistin polîsekê sivîl li taxa Gazîyê li ber çayxaneyekê dema ku rûniştîye ji erebeyekê spî bi çekên lûle dirêj lê hat reşandin. Di êrîşa çekdarî de polîsek û 2 hemwelatî giran birîndar bûn.

Mudexaleya pêşî li Nexweşxaneya Çinarê li birîndaran hati kirin û dûv re wan sewqî Diyarbekirê kirin.  Navên kesên ku di êrîşa çekdarî de birîndar bûbûn wiha hat ragihandin:Polîs Mehmet Uyar e û Osman Çaran, kesên sivîl ;Îbrahîm Turan.

Ji birîndaran polîs Mehmet Uyar û kesê sivîl Osman Çaran jiyana xwe li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan.

Hat hînbûn ku cenazeya Mehmet Uyar ê ku polîs e piştî merasîma fermî bi ber memlekete wî ve hatiye birêkirin.(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir