• DOLAR 32.382
  • EURO 34.996
  • ALTIN 2325.62
  • ...
Ji HUDA PAR û Cemîyeta Mustezafan re çavnêrîya bêhiqûqî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 Hat tespit kirin ku polîsan bi şiklekî bêhiqûqî li ber têketina avahîya Cemîyeta Mustezafan û ya Partîya Dozad li ser navê dikandaran kamera pê ve kirine.

 “Li gor ku me tehqîq kiriye kesên ji emnîyetê vê kamerayê bi nanvan dane pê ve kirin”

Serokê Cemîyeta Mustezafan a Şaxa Qonyayê Mehmet Zulfî Tan di derbarê mijarê de wiha ragihand: “Berî niha dikana nan a ya qata bin me de ji bona ewlehîyên xwe 2 kamera bi vîtrîna dikana xwe ve kiribûn. Piştî demekê me dît ku hinekan kamerayeke din li têketina avahîyê ve kirine.  Me zen kir ku jixwe ev kamera jî ya dikana nan e. Lê belê piştî ku me lêkolîn kir em hînbûn ku vê kamerayê,  polîsan bi firinvan dane daliqandin. Me din bin tometê de dihelin û neheqîyan li me dikin. Em temamên xebat û fealîyetên xwe  li ber çavên raya giştî bi şiklekî eşkere dikin.  Di qeta binê me de, Serokatîya Bajêr a HUDA PARê heye. Xebatên ku li vê derê tên kirin ji teref xelkê ve tên  teqdîrkirin. Hinek kesên bedguman û nebaş van xebatên ku ji teref xelkê ve tên ecibandin bi şiklekî xeyrî qanûnûnî bi kamerayan qeyd dikin. Em difikirin ku ew ê ew kes van tiştan ji bona hinek tiştên din bi kar bînin. Ji ber vê yekê  em dibêjin demildest divê dest ji vî karî were kişandin û di derbarê vê mijarê de lêpirsîn werin dest pê kirin.”

“Polîs ji bona ku kameraye bi nanfiroş bide daliqandin nasnameya xwe ya fermî nîşanî wî daye”

Tan di derbarê daliqandina kamerayê de axavtina xwe wiha domand: “Mixabin , li Tirkîyê rêxistinên qirêj û tarî gelek in.  Em jî nizanin kîjan rêxistina qirêj û tarî vî tiştî kiriye. Lê belê bi qasî ku em hînbûn polîsek hatiye û nasnameya xwe ya fermî ji nanvan re nîşan daye û bi şiklekî ji bo daliqandina kamerayê, wî îqna kiriye.  Ji ber vê yekê di vî mijarê de destê fermîtîyê jî heye. Kesên ku vî tiştî kirine ne kesên dilpak in.”

Di derbarê vê mijarê de Serokê Bajêr a Qonyayê ya HUDA PARê Xalîs Ozçîçek jî wiha axivî: “ Kesên ku ji ewlekarîya xelkê  wezîfedar in  bi şiklekî bêhiqûqî  van karên xeyrî qanûnî dikin. Ez vî tiştî şermezar dikim. Me zendikir ku kameraya ku li têketina avahîya ku em lê ne ya dikandaran e. Lê belê pey de em hînbûn ku ne wiha ye. Fealîyetên ku em dikin hemû li ber çav in. Ev kare ku dikin ne kare însanan e. Tu xebat û karê me yên mexfî tune ne. Em partîyekê legal in. Kesên ku bi vî awayî tiştan dikin ne dilpak in. Em wan kesên ku van tiştan dikin hawaleyî Xwedê dikin.”(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir