• DOLAR 32.371
  • EURO 35.039
  • ALTIN 2325.83
  • ...
Li Bazîdê êrîşa bi roket li esker hat kirin: 3 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îro ber sibê re li navçeya Bazîda Agirî êrîşa bi roket li erebeya eskerîyê ya ku dewrîyê digerîya  hat kirin. Di êrîşê de 3 esker birîndar bûn. Hat diyarkirin ku ev êrîş ji teref kesên PKKyîyan ve hatiye kirin.

Hat ragihandin eskerên ku birîndar bûbûn bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê. Hat hînbûn ku eskerek giran birîndar bûye û rewşa wî jî giran e. Eskerê ku rewşa wî giranbû bi helîkopterê birin Erziromê.

Hat diyarkirin ku piştî êrîşê di navbera esker û kesên PKKyîyan de şereke dijwar derket.

Ji bo kesên ku êrîş pêkanînê werin girtin operasyon dest pê kirin. (ÎLKHA)


 

Bu haberler de ilginizi çekebilir