• DOLAR 32.319
  • EURO 35.135
  • ALTIN 2292.318
  • ...
Li Mêrdînê erebeya bi bombebarkirî hat girtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Mêrdînê li ser îxbarekî mînîbusa bombebarkirî hat girtin. Li gor agahîyan mînîbus ji teref polîsan ve li Qoserê hatiye taqîbkirin. Piştî demeke ku hatiye taqîbkirin li erebe hişyarîya sekinînê  hatiye kirin. Lê belê kesên ku di nava mînîbusê de bûn li hişyarîyê guhdar nekirine û bazdane. Kesên ku bazdana piştî demekê qeza kirine û ji cihê qezayê revîyane. Li gor ku hatiye ragihandin di nava mînîbûsa ku qeza kir de tevde  kes hebûn.

Hat hînbûn ku polîs kesên ku bazdane şopandîye û yekî ji wan bi şiklekî birîndar bi dest xistiye.

Di derbarê bûyerê de hê jî ji meqamên fermî daxuyanîyek nehatîye dayîn.

Her wiha hat hînbûn ku di nava erebeya ku qeza kiriye de silehên bîxî, keleşkof û berikên wan silehan , 8 heb bombeyên desta  û her wiha alavên teqemenîyê hatine bidestxistin.(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir