• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2498.11
  • ...
Qursên Qur'anê bi eleqeyeke mezin didomin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berî vê çendakê dema ku mekteb bûne tatîl , ji teref Serokatîya Karên Dîyanetê ve li seransarê welat qursên Qur’anê hatibûn vekirin. Di çarçoveya qursên Qur’anê de li Batmanê jî qursên Qur’anê hatibûn vekirin.Nêzî 10 hezar 500 xwendevan li Batmanê qeydên xwe li van qursên Qur’anê kiribûn.Hat ragihandin ku ev qursên Qur’anê wê heta 28ê tebaxê bidome.

Di derbarê qursên Qur’anê de muezînê Camîya Şîrîn a navendê Resûl Kizmaz wiha destnîşan kir: “ Wek ku tê zanîn qursên Qur’anê ji teref Serokatîya Karên Dîyanetê ve hatibûn vekirin. Em di van qursan de di heyama 3yemîn de ne. Me ji heyama yekem pêve nêzî du meha ji elîfbetkê dest bi dersên xwe kir û heta ku ji destê me hat me hewl da  da ku zarok  ‘ilmên îslamî hîn bibin. Dersên ku em didin li ser 3 bingeha ava dibin; îtîkad, îbadet û siyer.”

Kizmaz di derbarê camî û perwerdehîya ku lê tê dayîn de axavtina xwe wiha domand: “ Qursên me ji 2 beşa pêk tên. Di nava camîyê de ji bo kurikan her wiha di cihê qursa Qur’anê ya camîyê de jî ji bona qîzan ders tê dayîn. Di qursên me yên Qur’anê de 60 kurik û 65 qîzik dersa Qur’anê distînin.”

Her wiha zarokên qursê jî di derbarê qursa Qur’anê de fikr û ramanên xwe anî ziman.

Ammar Alanê 6 salî yê ku tê qursa Qur’anê  di derbarê mijarê de wiha ragihand: “ Ez tême camîyê, dînê xwe û Qur’anê hîn dibim. Vaye bû mehek ku ez têm camîyê.  Ez li vê derê Qur’anê hîn dibim. A niha ez gihaştim Elîfbêtkê.”

Ozge Sîbel Ozalpa 12 salî  jî di derbarê qurs û camîyê de wiha ragihand: “Piştî ku mekteb bûne tatîl, me jî ji bona ku wextê me vik û vala derbas nebe em hatin qursên Qur’anê. Em li vê derê tenê Qur’anê hîn nabin, her wiha agahîyên dînî jî hîn dibin. Her wiha em sureyên Qur’anê jî jiber dikin. Em ji Xwedê Te’ala hez dikin. Ji ber vê yekê em Qur’ana Kerîm dixwînin. Em li van qursan hînî Qur’anê dibin û em gelekî kêfxweş in.” (ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir