• DOLAR 32.371
  • EURO 35.011
  • ALTIN 2325.545
  • ...
YAR-DER rapora fealîyetên meha Remezanê daxuyand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

YAR-DERê ku endamê Platforma Alîkarîyê ya Umûd Kerwanî ye, rapora fealîyetên meha Remezanê bi raya giştî re parve kir.

Di derbarê mijarê de Sekreterê YAR-DERê  Mahmut Çelîk wiha destnîşan kir: “Me wek YAR-DER di nava meha Remezanê de ji 700 malbatî re alîkarîya erzaqê, ji 100 malbatî re alîkarîya goştê sor, ji 100 malbatî re alîkarîya cil û lîbasan, ji 100 malbatî re alîkarîya pere,  ji 50 malbatî re alîkarîya betanî û ji 40 malbatî re alîkarîya nivînan kir. Bi vî awayî me di  nava meha Remezanê de ji hezar û 90 malbatên feqîr û hewcedar re alîkarî kir.”

Çelîk axavtina xwe ya di derbarê xebatên alîkarîyê de wiha domand: “ Hemd ji Xwedê re ku me Remezaneke din li pey xwe hişt.  Me wek YAR-DERê hedefek danîbû li ber xwe. Em bawer dikin ku em gihaştin wan hedefên xwe.  Bi izna Rebbûl Alemîn ew ê xebatên me alîkarîyê di temamê 12 mehan de bidomin.  Em dixwazin ku di vê mijarê de kesên xêrxwaz alîkarîyê me bikin.  Her wiha em ji wan dixwazin bila me ziyaret bikin da ku em bi hevdû re biçin wan malbatên feqîr ziyaret bikin.”

Çelîk di dawîya axavtina xwe de wiah destnîşan kir :” Herî dawî hezar û 500 malbatên din jî ji bo alîkarîyê muracatî me kirin. Niha em van muracatan dinirxînin. Em ê li gor rewşên wan, alîkarîyê wan bikin.”(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir