• DOLAR 32.491
  • EURO 34.985
  • ALTIN 2435.322
  • ...
TBMM bi derasayî dicive
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokwezîr Ahmet Davutoglu bersiveke erênî da banga CHPê, ji ber vê yekê TBMM wê îro bi rojeva terorê bi derasayî bicive.

 Hikûmet wê di civîna derasayî de di derbarê van bûyerên dawî de û her wiha di derbarê operasyonên ku him li nava welêt him jî derveyî welêt hatine kirin de agahîyan bide meclîsê.

Her wiha CHP xwestibû ku Komîsyona Lêkolînê were saz kirin.Lê belê MHP li dijî vê xwestekê sekinîbû û bersiva neyînî dabû.  Her wiha di derbarê vê mijarê de qerara AK Partîyê hê jî nediyar e.Di derbarê vê mijarê de qerara AK Partîyê wê îro di civîna komî de diyar bibe.

Ji banga civînê ya CHPê re ji xeynî AK Partîyê her wiha MHP û HDP jî bersiveke erênî dabûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir