• DOLAR 32.468
  • EURO 34.818
  • ALTIN 2478.936
  • ...
PKK li Edenê kesekî dîndar li ber çavên zarokên wî qetil kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ethem Turkbenê ku li navçeya Seyhana Edenê dijî, dema duh êvarî piştî nimêja êvarî eda kir re vegerîya mala xwe. Ev kesê dîndar di mala xwe de li ser sifreya xwarinê li ber çavên zarokên xwe ji teref PKKê ve hate qetilkirin.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin, Ethem Turkben li taxa Gulbahçesîya Seyhanê ji bo nimêja êvarî çû camîya Hazretî Enes. Turkben, piştî ku nimêja xwe eda dike, divegere mala xwe.  Dema ku ew û malbata wî li ser sifra xwarinê ne 3 kes di ser mala wî de digrin û ji mesafeyekê nêz ve lê direşînin.

Turkben ê ku li ber çavên 3 zarokên xwe  ji teref kesên PKKyî ve di serê wî de hatibû berdan ji teref naskirîyên wî ve ji nexweşxanê re tê rakirin, lê belê li gel temamê hewldanan Turkben jiyana xwe ji dest da.

Naskirîyên Turkbenî destnîşan kirin ku piştî êrîşê 3 kesên ku rûyên wan girtî bûn ji cihê bûyerê  revîyane û ev kes jî PKKyî bûn.

Her wiha hat diyarkirin ku Turkben berî niha jî gelek caran ji kesên PKKyî gef xwarîye.(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir