• DOLAR 32.502
  • EURO 34.955
  • ALTIN 2430.471
  • ...
"Em xwedî li mîrasa şehîdan derkevin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xizm naskirîyên kesên ku di bûyerên 6 û 8ê cotmehê de hatibûn qetilkirin ji bona serdanê çûne li ser goristanan.Her wiha  li ser goristana  wan kesên ku hatibûn qetilkirin hat dîtin ku xizm û naskirîyên wan kesên ku hatibû qetilkirin axavtinan dikin. Kesên ku li ser goran axavtin destnîşan kirin ku ew ê xwedî li mîrasa şehîdan derkevin.

Xizm û naskirîyên Şehîd Yasîn Boru û hevalên wî yên ku di 6 û 8ê cotmehê de  hatibûn qetilkirin û her wiha xizm û naskirîyên Şehîd Aytaç Baranî yê ku wan rojên çûyî hatibû qetilkirin ji ber minasibeta Îda Remezanê çûne li ser mezelên wan.

Ji naskirî û xizmên şehîdan Perwedeker û Nivîsakar Yasîn Karadag axavtinek li ser gorên şehîdan kir. Karadag di derbarê şehîdîya şehîdan de wiha dest nîşan kir: “Ew da’wa û doza ku şehîdan canê xwe di oxira wî de feda kirine da’wayekî gelekî mezin e. Şehadet bi şiklekî eşkere û  zelal edalet û zilmê ji hevûdu  cuda dike.”

Kardag piştî ku di derbarê  temamê kesên ku şehîdbûnê de axavtin kir, bernameya ziyaretê bi dawî bû.(ÎLKHA)



































Bu haberler de ilginizi çekebilir