• DOLAR 32.585
  • EURO 34.651
  • ALTIN 2502.69
  • ...
Di naveyna 4 rojan de hînî Qur'anê bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mihemed Siddik Argunhan(58) ê ku li Êlihê dijîya berî niha qet Qur’an nexwandibû  bi wesîleya îbadeta îtîqafê qerar da ji bona Qur’anê hîn bibe û di navbera 4 rojan de hînî Qur’anê bû.

 Argunhan, di derbarê hînbûna Qur’anê de wiha ragihand: ”Min di dema îtîqafê de seranser hewl da, da ku hînî Qur’anê bibim û di dawîye de jî ez  gihaştim armanca xwe ya herî mezin.”

Arguhan di derbarê mijarê de axavtina xwe wiha da domandin: “Min di vê meha Remezana mibarek de niyet kir jo bona hînî Qur’anê bibim. Lewra hînbûna Qur’anê di dile min de bûbû hesretekî mezin.Bi izna Rebbûl alemîn ez gihaştim miradê xwe û vê kitêba me ya pîroz ez hîn bûm. Ji ber vê yekê ez gelekî kêfxweş im.”

Argunhan wiha dawî li axavtina anî:” Tu carî mebêjin ku ez nikarim Qur’anê  hîn bibim.Dixwaze bila ‘emrê we mezin be an jî biçûk be ferq nake. Heger îro ez tevlî vê temenê xwe Qur’anê hînbûbûm, hûn jî dikarin Qur’anê hîn bibin. Her wiha dixwazim ji wan kesên ku Qur’anê naxwenin re çend tiştan bibêjim.Bila vî tiştî zanibin ku ‘emrê hînbûn û xwendina Qur’anê tune ye. Piştî ku mirov ji bo Qur’anê hîn bibe niyet bike û hewl bide, ew ê ew ke jî wê demê alîkarîya Xwedê Te’ala bi şiklekî eşkere bibîne.”(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir