• DOLAR 32.575
  • EURO 34.973
  • ALTIN 2427.169
  • ...
Ji Gormez  peyama şeva Leyletulqedrê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Karên Dîyanetê Mehmet Gormez ji ber şeva Leyletulqedrê peyamek da weşandin.Gormez di peyama ku da weşandin  de temennî kir ku şeva Leyletulqedrê him ji alema  îslamê re bibe  rehmet, aşîtî û edalet û him jî ji temamê însanan re bila bibe wesîla hîdayetê.

 Gormez di peyama ku da weşandin de  Qendîla temamê misilmanan pîroz kir û wiha du’a kir: “Ya Rabbî! Ummeta Muhammed di wehdet û tewhîdê de kom bike.”

Di peyama ku hatiye weşandin de, Gormez di derbarê Şeva Leyletul Qedrê de şîroveya Sureya Qedrê kir. Gormez piştî nirxandin û tehlîlan wiha axavtina xwe wiha da domandin: “

 "Kadir gecesinde Yüce Rabbimize şöyle yalvaralım:

“Di Şeva Leyletul Qedrê de em wiha ji Rebbê xwe bixwazin”

Ya Rebbê aleman ! Tu, li ummeta Muhammed bi rehmet û merhemeta xwe miamele bikî. Ummeta Muhammed ji nezanîn, cehalet,fitne û ji tefrîqayê xelas bike. Ummeta Muhammed di wehdet û tewhîdê de li hev bicive. Me têxe sînorên fermana xwe ya ‘Encax mu’mîn bira ne.’ Ya Rebbî tu me ji feyz û bereketa şeva leyletul Qedrê mehrûm mekî.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir