• DOLAR 32.475
  • EURO 34.875
  • ALTIN 2478.545
  • ...
Li Almanyayê bernameya fitarê hat lidarxistin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Bajarê Karlsruhê Şaredarîya Bruchsalê û 3 cemîyet, bernameyekê fitarê ya hevpar li dar xistin. Misilman û her wiha kesên Almanî jî eleqeyekê mezin bi beşdarbûna xwe nîşanî bernameyê dan.

Di bername ya ku hat lidarxistin de Serokê Şaredarîya Bruchsal Petzol Schîck, rayedarên mahallî û xelkê almanî jî cihên xwe girtin. Beşdarbûna van kesan hewayekî cuda û xweş têxiste bernameya fitarê. Her wiha kirinên ango lidarxisêtinên bernameyên fitarê ne li welatên misilmanan jî  keleceneke xweş û hewayeke manewî pêk anît.

Di destpêka bernameyên de Serokê Petzol Schîck piştî ku silav da xelkê û bixêrhatinan anî ziman. Piştî ku banga şerîf hat xwendin misilmanan rojîyên xwe biavê  vekirin û pişt re bi cemeat nimeja xwe eda kirin. Piştî eda kirina nimejê, misilman dest bi xwarina xwe kirin.

Piştî  xwarinê, Seyda Adem Soyyîgît di derbarê bernameyê de wiha got: “  Ez dixwazim ku ev civînên me, bernameyên ku em li dar dixin û ev hevkarî û alîkarîyên me her tim hebe û daîm be.  Divê em misilman li vî cihê ku em dijîn ji derdora xwe re bibin mînak. Wek mînak em dikarin vê bernameya xwarinê mîna dawetekî bihesibînin.  Ew mêvanên me yên ku hatin bernameyên me, em ji wan re qedr û qiymeta Remezanê û xweşikayîya îslamê bibêjin. Em dikarin bi van bernameyan îslamê û xweşikayîya îslamê ji derdora xwe re bibêjin.”(ÎLKHA)




















 

Bu haberler de ilginizi çekebilir