• DOLAR 32.521
  • EURO 34.586
  • ALTIN 2492.359
  • ...
Bernameya bîranînê ya Sûsayê wê roja 3yemîn ya eydê bê lidarxistin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin ku bernameya bîranînê ya ku her sal 26ê hezîranê li Şehîdîya Gundê Sûsa dihat lidarxistin ji ber ku îsal leqayî meha Remezanê hat, texîrî roja 3yemîn ya eydê hatiye kirin. Wek ku tê zanîn 26ê Hezîrena 1992an li gundê Sûsaya Farqînê di camiyê de 10 misilmanên ku îbadetên xwe dikirin ji teref PKKê ve hatibûn qetilkirin û 4 kes jî birîndar bûbûn.

Serokê Sûsa- Derê Muhammed Afîf Çetînkaya di derbarê bernameya  bîranîna Şehîdên Sûsayê ya ku her sal dihat lidarxistin de wiha dest nîşan kir: “ Me birayên xwe yên ku 26ê hazirana 1992an li Camîya Sûsayê hatine şehîdkirin  her sal bi bernameyekê bi bîr dianî. Bernameya bîranînê yê Şehîdên Sûsayê îsal ji ber ku leqayî rastî meha Remezanê hat û ji ber ku hewa gelekî germ bûn, me bernemaya bîranînê texîrî roja 3yemîn ya eydê kir.”

Çetînkaya di dawîya axavtina xwe de wiha destnîşan kir: “Em hemû Misilmanên ehlê wîcdan dawetî vê bernameya bîranînê dikin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir