• DOLAR 32.573
  • EURO 34.97
  • ALTIN 2425.591
  • ...
Ji Cemîyeta Mustezafan a Şaxa Bursayê hişyarîya provokasyonê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Cemîyeta Mustezafan a Şaxa Bursayê ya ku endamê Platforma Evîndarên Pêxember e,  di derbarê meşa ku wê 11ê tebaxê roja înê li Bursayê were li dar xistin de bertekekê tund nîşan da. Cemîyet, di derbarê vê meşa ku wê bê li dar xistin de daxuyanîyek da. Di daxuyanîya ku  hat dayîn de hat destnîşan kirin ku ev meşa provokatorîyê ye.

Serokê Cemîyeta Mustezafan a Şaxa Bursayê Cemîl Genç di derbarê vê mijarê de nirxandininan kir.

“Ew meşa rûmet û şerefê bû meşa heqaretkirina îslamê”

Cemîl di derbarê vê meşê de wiha axivî: “Li Stenbolê ji teref wan kesên ku li ser zihnîyeta LBGTÎyan in  ve bi niyeta meşa şeref û rûmetê hat lidarxistin. Lê belê meşa rûmet û şerefê bû meşa heqaretkirina îslamê. Wê jî û temamê Tirkîyê jî dît ku ev gurûh li dijî îslamê çi tişt digotin.”

 “Meşa ku wê be li dar xistin meşa provokasyonê ye”

Genç, axavtina xwe ya di derbarê meşa ku be li dar xistin de wiha axivî: “ Me bihîst ku wê roja şemîyê li Bûlwara Fatîh Sultan Mehmetê jî meşekî wiha be li dar xistin. Em difikirin ku ev meşa ku dixwazin  li dar bixin bi niyeta provokatorîyê ye. Di vê meha Remezana mibarek de û di nava vê xelkê misilman de fikra lidarxistina meşekî wiha ne ji niyetekî baş e. Ji ber vê yekê em dibêjin ku em meş provokasyon e û divê gavek berî gavekî ev meş were batel kirin.”

 “Bila were zanîn ku tenê yên ku vî fi’l û karê xerab kirin helak nebûn”

Genç, qewmê Lût bi bîr anî û wiha li axavtina xwe zêde kir:” Bila ew partîyên ku destek û piştevanîyê didin van LBGTÎyîyên ku di roja me de temsîlkarên qewmê Lût in; di qewmê Lût de netenê yên ku vî kare nebaş û pîs dikirin helak bûn, her wiha kes û komên ku ji vî karî re nedibûn asteng jî helak bûn. Kesên ku ji vê bêexlaqî û bêedebîyê re bêdeng dimînin û yên ku ji vê munkeratê re dibin piştevan bila zanibin ku ew ê di roja axretê de  hesabê vî tiştî bidin Xwedê Teala.”

 “Divê xelk û STKyên Bursayê ji vî tiştî re bertek û reaksîyonê nîşan bidin”

Cemîl di dawîyê daxuyanîyê de wiha ragihand:” Divê  xelk û sazîyên civakî yên sîvîl tepkî û reaksiyona xwe ji vî tiştî re nîşan bidin. Heger di vî warî de pirsgirêkek an jî xirecirek derkeve berpirsîyarê vî tiştî ew kesên ku vî tiştî tertîb dikin û yên ku ji wan re desturê didin e.”





Bu haberler de ilginizi çekebilir