• DOLAR 32.588
  • EURO 34.908
  • ALTIN 2440.536
  • ...
Ji pêşnûmaya qirkirina Srebenîstayê re astenga ûris
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qatlîama Srebrenîtsayê ya ku bi hezaran misilman 11ê Tebaxa 1995an ji teref  Sirban ve hatibûn qetilkirin li Encûmana Asayîşê ya YNyê de ji bo têkeve asta qirkirinê hilbijartinek hat kirin. Di hilbijartina ku hat kirin de endama daîmî ya YNyê Rûsya ev qerar qebûl nekir.

Di derbarê qetlîama Srebrenîtsayê ya ku ji teref Sirban ve hatibûn kirin de  di navbira  endaman EAYNê de hat ray dayîn. Di dengdayîna ku di derbarê Srebrenîtsayê de hat kirin de ji 15 endaman  10 endam di lehê Srebrenîtsayê de ra da, her wiha Çîn, Nîjerya,Angola û Venezuela  di derbarê mijarê de alînegîr man. Ûris jî di derbarê mijarê de qerara vetoyê da. Ji ber vê yekê pêşnûma nehat qebûlkirin.

Di encamê de komkûjiya  ku hatibûn kirin ji ber biryara Ûris  nekete asta qirkirinê. Bi gotinekê din  Rûsya bi awayî ji wan qetlîamên ku ji teref Sirban vê hatibûn kirin re bû asteng ku li YNEAyê bi wesfê qirkirinê were binavkirin.

Weke ku tê zanîn berî niha jî ew sûcên şer yên ku li Srebrenîtsayê hatibûn kirin li Mehkemeya Cezaya Navnetetewî ya Yûgoslavyayê û her wiha li Dîwana Edaletê ya Navnetewî ni wesfê qirkirinê hatibû wesifandin.

Bi qasî ku hûn jî dizanin, 11ê Tebaxa 1995an li Srebrenîtsayê, ji teref Yekîtîya Neteweyan ve herema ewlehîyê hatibû îlan kirin. Piştî îlan kirina vî tiştî eskerên Sirban ên ku girêdaye Ratko Mîladîçê bûn Srebrenîtsayê îşxal kirin. Di wê dema îşxalkirina Sirban a herema Srebrenîtsayê eskerên Hollandayê yên ku di bin stare Yekîtîya Navneteweyan de bûn, Boşnakên sivîl teslîmî Sirban kiribûn. Li gor reqemên fermî  yên wê rojê ji teref eskerên Sirban ve 8 hezar û 372 Boşnak hatibûn qetilkirin.(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir