• DOLAR 32.548
  • EURO 34.904
  • ALTIN 2478.84
  • ...
 "Dema ku ez wan mezinên xwe yên  ku rojî nagirin dibînim gelekî xemgîn dibim"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Abdurrahman Erdem ê Mêrsînî yê ku li cem hedadekî bi wesfê çiraxtî dixebite destnîşankir ku wî  ji serê Remezanê heta niha rojî girtîye û dema kesên ku rojî nagirin  dibîne gelekî li ber wan dikeve û xemgîn dibe.

Erdem di derbarê girtina rojîyê de wiha axivî: “Ji destpêka Remezanê heta niha min rojîyê xwe girt. Hemd ji Xwedê Teala re ku îsal jî girtina rojîyê xweş derbas dibe, hewa zêde ne germ in, ev jî dibe wesîle ku birehetî rojîya xwe bigirim.”

“Heger ez karibim rojîya xwe bigirim yên mezin jî dikarin”

Erdem, axavtina xwe ya li ser mijara rojîyê wiha domand: “Ez ji mezinên xwe hêvî û rîca dikim û dixwazim ku bila rojîyên xwe birêkûpêk bigirin. Lewra  ez di bin vê germa cihê kar de dixebitim. Heger ez karibim rojî bigirim  ew jî dikarin rojîyên xwe bigirin. Ew ê li axretê hesaba hemû tiştan were dayîn. Heger ew kesên ku rojî nagirin dixwazin biçin cennetê bila rojî bigirin. Rojî gelekî ne zehmet e.”

 “Ez her tim rojîya xwe digirim”

Erdem wiha dawî li axatina xwe anî: “Ez di mehên Remezanê de rojîyên xwe her tim digirim.Her wiha nimejên xwe jî dikim. Ez di vê karê hedadîyê de bi wesfê çiraxtîyê dixebitim da ku alîkarîya malbata xwe bikim. Dê û bavê min, min  dirakin paşîvê da ku ez rojî bigirim. Dê û bavê min hindik be  jî alîkarîya min dikin da ku rojî bigirim. Lê belê ez rojîyê, ji bo riza Xwedê digirim. Înşaallah rojîyên  min werin qebûl kirin.”(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir