• DOLAR 32.381
  • EURO 35
  • ALTIN 2326.131
  • ...
"Da'weya Yasîn Boru ji bûyerên rojanê re tê qurban kirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di doza Yasîn Boru de 4 bertewanên ku dihatin damizrandin ji teref mehkemê ve hatin tehlîye kirin, ji ber vê sedemê parêzerên da’weya Yasîn Boruyî destnîşan kirin ku ev qerara ku hatiye dayîn ne hiqûqî ye.

Weke ku dihêt zanîn di 6 û 8 cotmehê de li Diyarbekirê, Yasîn Boru û hevalê wî bi hinceta Kobenê ,ji teref kesên HDP/PKKyî ve hatibûn qetilkirin. Di doza vê qetilkirinê ya ku li Enqereyê dihat dîtin 4 kesên ku bertawanên qetilkirina Yasîn Boru û hevalên wî bûn ji teref mehkemeya ku lê darizandin dihat kirin ve hatin tahliye kirin. Ji ber van tehliyeyên ku hatine kirin, ji parêzerên dozê Mehmet Karadag destnîşankir ku ev qerara tehlîyekirinê ya ku hatiye dayîn ne hiqûqî ye.

Karadag balkişande li ser mijara neqilkirina da’weya qetilkirina Yasîn û hevalên wî û destnîşan kir ku di da’waya ku dihat dîtin de gelek kêmasî û nezelalî hebûn.

Karadag di derbarê darizandinên bertawanên ku di qetilkirina Yasîn û hevalên wî de hatine girtin de wiha axivî: “ Heta niha di vê da’wê de 34 kes dihatin darizandin, lê belê ev bertawan  ango kesên ku hatine girtin bizanebûn yek bi yek tên tehliye kirin. Weke ku tê zanîn hinek bertawan bi hinceta li eskerbûyîn û hinek jî li nexweşxwaneyê bûyîne hatibûn berdan.  Digel vê tehliyeyên nû hejmara kesên ku di dozê de tên darizandin  kete 22 kesan.”

 “Delîl hene ku ew kesên ku hatine girtin bûyeran beralî kirine”

Parêzer Karadag axavtina xwe wiha domand: “ Di îfadeyên 2 bertawanan de bi şiklekî aşkere xuya dikit,  her wiha Yûsuf Er ê ku ji bûyeran xelas bûbû jî teşhisinan kiriye. Ew kesên ku  hatine tehliye kirin ji bona tehliyekirina wan tu delîlên hiqûkî tuneye. Em wiha zendikin ku di vê dozê de lêkolîn û lêpirsînekê baş nayê kirin û doza Yasîn Boru û hevalên wî ji bûyerên rojanê re tê qurban  kirin.”

 “Ew kesên ku ji bo vê zilmê dengê xwe nakin û naxwazin vê zilmê bibînin şirîkê vê zilmê ne”

Karadag di dawîya axavtina xwe de wiha ragihand: “Di holê de mexdûrîyet û mezlûmîyetekê mezin heye. Îqtîdara siyasî û gelek kes, kom jî vê zilmê û mexdûrîyetê naxwazin bibînin û ji vî tiştî re bêdeng dimînin. Ev kes û kom bi vî awayî vê dozê pişt guh dikin. Ew kesên ku ji bo vê zilmê dengê xwe nakin û naxwazin vê zilmê bibînin şirîkê vê zilmê ne”(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir