Yetîm-Dera Ewrûpa alîkarîya penaberan kir
Yetîm-Dera Ewrûpa, di nava çarçoveya fealîyetên ku li 52 welatê dike da li Elmanyayê arîkarîya penaberên ku ji ber sedemên cûrbecûr welatê xwe terikandina kir.
Yetîm-Dera Ewrûpa, di nava çarçoveya fealîyetên ku li 52 welatê dike da arîkarîya penaberên ku ji ber sedemên cûrbecûr welatê xwe terikandina kir û her wiha ji kesên ku li Elmanyayê bê mal û bê kes in re destên arîkarîyê dirêj kir.
Yetîm-Dera Ewrûpa, ji kesên ku di wan salên çûyî de li herema Sachen û Sachen-Anhalta Elmanyayê lehî ser wan de hatibû û ji ber vê yekê bûbûn mexdûrê laser re arîkarî kir. Her wiha Yetîm-Dera Ewrûpa, di çarçoveyên xebatên arîkarîyê de ji kesên penaber yên ku ji ber sedemên cûrbecûr welatê xwe terikandinê re jî destê alîkarîyê dirêj kir û kêmasîyên wan tidarik kir.
Rayederên îdareya penaberan ên herema Schonau û Schwarzwaldê ji bona van alîkarîyên ku ji penaberan re hatine kirin spasgûzarîyên xwe ji Yetîm-Derê re anî ziman û destnîşan kir ku cara ewil e ya ku alîkarîya van penaberan dike Yetîm- Der e.
Serokê Giştî ya Yetîm Derê Murat Korkut di derbarê alîkarîyên ku li Elmanyayê tên kirin de wiha axivî: “Me wek Yetîm Derê li Schonauya Elmanyayê ji dehan malbatan re alîkarî kir. Ji xeynî van her wiha bi qasî ku ji destên me hat me destê arîkarîyê ji jar û feqîran re dirêj kir. Dema ku em van arîkarîyan dikin, qet ne li ziman ne nîjad ne jî dînê tu kesî nanêrin. Lewra ev xebatên arîkarîyê wezîfeyên însanî ne. Ji ber vê yekê em ê van xebatên xwe yên alîkarîyê heta ji destên me te heta derfetên me hebin bidomînin.
Korkut di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir ku wan wek Yetîm-Dera Ewrûpa di sala 2014an de arîkarîya nêzî 74 hezar hewcedarî kirine.(ÎLKHA)